Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê îro serdana Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê îro serdana Herêma Kurdistanê dike û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re dicive.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Kajsa Ollongren bi serokatiya şandeke bilind îro dê serdana Hewlêrê bike û dê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinê bike.