Tirkiye ji bo vekişîna ji operasyona bejayî ya li Rojavayê Kurdistanê merc datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye ji bo vekişîna ji operasyona bejayî li Rojavayê Kurdistanê mercê datîne ku divê HSD ji Minbic, Til Rifet û Kobanê vekişe û saziyên hikûmeta Sûriyê jî vegerin wan deveran.

Kenala “Al Jazeera” ji ser zarê jêderekî fermî yê Tirkiyê ragihand, Tirkiyê daxwaza vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Minbic, Kobanê û Til Rifat kiriye û saziyên hikûmeta Sûriyê vegerin wan deveran bi cih bibin.

Wî jêderî diyar kir jî, Tirkiye ji bo şert û mercên wê werin pêkanîn, demek wek molet daye, eger mercê wê cibicî nebe, dê alternatîf wê operasyoneke leşkerî li wan deverên navborî be.

Rûsya li ser xeta krîzê ye

Li gorî wî jêderî, aliyê Rûsya hewl dide daxwazên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi cih bîne, ku hewl dide rêkeftinekê di navbera rêjîma Sûriyê û HSDê de pêk bîne ku herêmên HSDê radestî hêzên rêjîmê bike, da ku rê li ber operasyoneke bejayî ya artêşa Tirkiyê bigire.

Rojnameya El-Watan a girêdayî rejîma Sûriyê di hejmara xwe ya duhî Duşemê de ragihand, roja Yekşema borî Fermandarê hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê Aleksander Chaiko û Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî li bajarê Hesekê civiyan, ta ku rê li ber egera operasyoneke bejahî ya Tirkiyê bigirin.

Li gorî wê rojnameyê, Chaiko pêşniyarek ji Ebdî re pêşkêş kir ku hêzên HSDê 30 kîlometroyan ji sînor bi dûr bikevin, lê ev pêşniyar ji aliyê HSDê ne nehat qebûlkirin.

HSD li benda hewlên Amerîka ye

Li gorî hin şopîneran jî, HSD li benda encamên hewldanên Washingtonê ye ku hewl dide Enqereyê razî bike ku operasyona leşkerî ya berfireh betal bike û nexşerêya kontrola hêzên a ku li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê heye, wek xwe bimîne.

Şopîner dibêjin, rola Amerîka di derbarê Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê de diyarker e, ji ber ku hêzên Amerîkî û baregehên wê yên leşkerî li rojhilatê çemê Firatê hene, ji ber wê jî biryara yekem û dawî li wê herêmê, ji Amerîka re ye.

Her di vê derbarê de Koordînatorê Peywendiyên Stratejîk ên Encûmena Asayişa Netewî ya Koşka Spî John Kerby gotibû, mafê Tirkiyê ye ku xwe û welatiyên xwe ji her êrişekê biparêzin, lê di heman demê de ew dixwazin alozî li herêmê kêm bibin.

Kerby got ku Amerîka dilgiran e ku operasyoneke leşkerî ya ji aliyê Tirkiyê ve, dikare zirarê bide ewlekariya sivîlan û hevkariya Amerîka û hêzên Kurdî di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de.

Êrîşên Tirkiyê berdewam in

Ev yek di demekê de ye, Artêşa Tirkiyê bi top, mûşek û dronan êrîşên xwe li ser baregehên HSD û hêzên rêjîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê berdewam dike.

Rewangeha Sûrî Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, artêşa Tirkiyê çend gundên Kobanê, derdora Til Rifat û derdora wê, gundê Girê Sipî û rêya M4 li Til Temirê topbaran û bombebaran kirin.

Ji aliyekî din ve jî, ajansa nûçeyan a “Reuters” jî duhî li ser zarê berpirsekî Tirkiyê ragihandibû, “Tenê pêwîstiya artêşê bi çend rojan heye ku ji bo êrişa bejayî li bakurê Sûriyê amade be.”

Berpirsekî din ê Tirk ji heman ajansê re got ku, hemû amadekarî temam bûne, ew niha tenê li benda biryara siyasî ne.