Leşkerek din ê Tirkiyê li Zapê hate kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di operasyona “Pence-Kilît” a li nav axa Herêma Kurdistanê de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin.

Li gor daxuynaiya Wezareta Bergiriyê yê Tirkiyeyê, leşkerekî wan ku di 27ê Mijdarê de li Zapê di encama êrîşeka gerîlayên PKKê de birîndar bûbû, îro canê xwe ji dest daye.

Ev yek di demekê de ye, di nava çar rojên borî de, heşt leşkerên Tikriyeyê li Zapê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022yan ve li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilît kiriye û operasyon heta niha berdewam e.

Berî çend rojan jî, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akarî gotibû, ew dikin ku Zapê kontrol bikin.