Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Koreya li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Mijdara 2022an, pêşwazî li Balyozê Koreya Başûr li Iraqê Choi Sung-soo kir.

Di hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr de hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Koreya Başûr amaje bi giringiya zêdetir xurtkirina pêwendiyên dostane yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir, herwiha kurteyek jî li ser kar û projeyên wan li Herêmê jî pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya beşdarbûna Koreya Başûr di piroseya geşepêdana Herêmê û piştevanîkirina li Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir bi riya cîbicîkirina çend projeyên hevbeş di navbera Hikûmeta Herêmê û Ajansa Koica di warên cuda de, bi taybetî dîjîtalkirin û elektronîkkirina sîstemên girêbestên giştî, ku dibe sedema sînordarkirina îsrafkirina samanên giştî, kêmkirina burokrasiyê û pêşxistina zelalî û şefafiyetê, ku ev yek jî beşeke girîng a karnameya Kabîneya Nehemîn e.