Mezlûm Ebdî bo K24: Li ser rawestandina operasyona Tirkiyê ti merc negihiştiye me

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand, ji bo rawestandina operasyonên Tirkiyê, heta niha ti merc ji wan re nehatiye.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, ji bo rawestandina operasyonên Tirkiyê, heta niha ti merc ji wan re nehatiye. Herwiha li ser girtina ofîsa kanala Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir, ofîsa Kurdistan24 bi biryareke Rêveberiya Xweser hat girtin û ew ne ligel vê biryarê ye.

Mezlûm Ebdî di konferanseke rojnamevanî ya online de li ser pirsa Kurdistan24ê ya derbarê mercên rawestandina operasyona Tirkiyê de got, heta niha ti merc ji wan re nehatiye ji bo rawestandina operasyonên Tirkiyê. Herwiha diyar kir, axaftina Berdevkê HSDê Aram Henna şaş hatiye fêmkirin û niha danûstandinên wan ligel wan aliyan heye, ku garantiya rêkeftina rawestandina şer kirine.

Berdevkê HSDê Aram Henna beriya niha derbarê hevdîtina Fermandarê Hêzên Rûsya yê li Sûriyê Aleksander Çayko û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî de ji televîzyona El Erebiye re gotibû, Rûsyayê di vê hevdîtinê de şert û mercên aliyên Tirkiyê ragihandine. Henna di daxuyaniya xwe de derbarê şert û mercan de agahî nedabû, lê gotibû ku wan hemû daxwazên Tirkiyê red kirine.

QEDEXEKIRINA KONGREYA ENKSÊ

Mezlûm Ebdî li ser qedexekirina lidarxistina Kongreya Çaremîn a Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ya li bajarê Qamişlo got, wan rizamendiya lidarxistina kongreyê dabû ENKSê, lê ji ber hin sedemên ewlehiyê, wan daxwaz ji ENKSê kiribû ku asayîş cihê kongreyê biparêze, lê belê ENKSê qebûl nekiriye.

Biryar bû roja 14ê Mijdara 2022yan  Kongreya Çaremîn a ENKSê li hola Zana ya bajarê Qamişlo bihata lidarxistin û dora 150 endamên kongreyê beşdarî kongreyê bana, lê hêzên asayişa Qamişlo bi bihaneya nebûna destûrê, rê neda endamên ENKSê derbasî hola kongreyê bibin.

Serokê ENKSê diyar kiribû ku wan destûra lidarxistina Kongreya Çaremîn a ENKSê, bi riya aliyê Amerîkî, ji nivîsgeha Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî wergirtine, lê tevî wê jî, hêzên asayişê rê neda kongre li dar bikeve.

GIRTINA OFÎSA KURDISTAN24Ê LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî derbarê girtina ofîsa kanala Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve got, mixabin ku Kurdistan24 bi biryareke Rêveberiya Xweser hat girtin û ew ne ligel biryara girtinê ye.

Roja 20ê Hezîrana 2021ê, hêzên asayişa PYDê nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê girtin. Piştre jî saziya Kurdistan24ê di daxuyaniyekê de ragihand, “Berpirsên Rojavayê Kurdistanê gelek baş rastiya karê Kurdistan24ê û berpirsiyartiyên wê yên neteweyî û niştimanî dizanin û baş jî dizanin ku Kurdistan24 her dem li eniya yekîtî û aştiya civakî bûye, lê xuya ye ku ew biryar bi fermana ji cîhekî din ve li ser wan hatiye sepandin.”