Ji bo Diyarbekirê hişyariya lehiyê hat dayîn

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku ji bo îşev û sibê metirsiya rabûna lehiyê li navenda Diyarbekir heye.
wêne: arşîv
wêne: arşîv

Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku ji bo îşev û sibê metirsiya rabûna lehiyê li navenda Diyarbekir heye û derbarê vê yekê de hişyarî da ku welatî û esnafên Diyarbekir li gorî vê rewşê tevbigerin.

Ji Parêzgeriya Diyarbekir hat ragihandin li gorî agahiyê ji Saziya Keş û Hewayê hatine wergirtin îro ji êvarê pê de li Başurê Diyarbekir û navçeyên wek Kayapinar, Rezan, Sûr û Bismilê ji ber barîna barana zêde metirsiya rabûna lehiyê heye û hişyarî bo welatiyan, esnafan û ajokaran hat dayîn ku li gorî vê rewşê tevbigerin.

Di daxuyaniya parêzgeriyê de tê gotin ku dê baran bandora xwe heta roja çarşemê danê şevê bidomîne.

Di demên dawîn de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû, gelek xanî di bin avê de man.