Salîha Aydenîz: Rêxistinbûna jinan tê astengkirin

Partiya Heremên Demokratîk DBPê û saziyên jinan, bi daxuyaniyeke hevpar, operasyona ku îro li 14 bajaran li hember jinan hatibû lidar xistin û 22 jin hatibûn desteserkirin şermezar kirin.
author_image Siddik Eren
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Partiya Heremên Demokratîk DBPê û saziyên jinan, bi daxuyaniyeke hevpar, operasyona ku îro li 14 bajaran li hember jinan hatibû lidar xistin û 22 jin hatibûn desteserkirin şermezar kirin.

Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz ragihand ku rêxistinên Kurdan ên jinan ji bo maf û azadiyên xwe rêxistin dibin û nabe ku bên terorîze kirin û kirîmînalîzekirin.

Aydenîz da zanîn ku ew operasyon li hember jinên Tevgera Jînên Azad TJAyê hatine kirin û TJA jî bi rêyên demokratîk têkoşîna jiyaneke bê cudagirtin û wekhev dide. Lê bi operasyonên wek ku îro hatine lidarxistin, tê xwestin ku rêxistinbûna jinan bên astengkirin û krîmînalîze kirin.

Bang û daxwaz hat kirin ku polîtîkayên li dijî maf û azadiyên jînên Kurd bên rawestandin û jînên ku hatine desteser kirin serbest bên berdan.

Îro bi daxwaza Serdozgerê Komarî yê Anqerê li 14 bajaran operasyonekî li dijî jinan pêk hatibû û li Diyarbekirê 22 jin li malên xwe hatibûn destser kirin.