Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir

Mesrûr Barzanî li ser pesendkirina pêşniyazyasaya berkarkirina yasaya federal a îmzeya elektronîk û muameleyên elektronîk, peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser pesendkirina pêşniyazyasaya berkarkirina yasaya federal a îmzeya elektronîk û muameleyên elektronîk, peyamek belav kir.

Îro Sêşemê 29ê Mijdara 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û bal kişand ser girîngiya pesendkirina pêşniyazyasaya berkarkirina yasaya federal a îmzeya elektronîk û muameleyên elektronîk ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye eşkerekirin: “Ez bi germî pêşwazî li pesendkirina pêşniyazyasaya 'berkarkirina yasaya federal a îmzeya elektronîk û muameleyên elektronîk' ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve, dikim. Pesendkirina hemwarkirina vê yasaya girîng, ku hewleke hevbeş a hikûmetê ye bi hevkarî û piştevaniya baştirîn şarezayên cîhanê, pêngaveke din e di proseya werçerxa dîjîtalî ya Kabîneya Nehem de bi arasteya gihîştina hikûmeteke tam a dîjîtal di dawiya sala 2025an de.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez di hemû gotûbêjên xwe yên ligel ciwanan, bazirgan, karsaz û veberhêneran de wê yekê hest dikim ku sermayeyeke me ya mezin a mirovî ya veşartî heye. Di çendîn bone û dîdaran de daxwaza ciwanên me ji bo dîjîtalkirin, çaksaziya sektora bankî, zelalî û şefafiyeta bac û nehiştina burokrasî û belawelakirina samanên giştî, gihiştiye min ku hemû bi girîngî, kar li ser wan hatine kirin. Em dibînin ku serkirdeyên me yên ciwan di nav civaka xwe de û di cîhana elektronîk de bi bandor bûn. Pêşketinên wan ji ber wê yekê ye ku dema hikûmet zemîn û çavkaniya pêwîst ji bo welatiyên bi şiyan desteber dike, ew pêşketinên mezin bi dest dixin.”

Herwiha eşkere kir: “Me di kabîneyê de berkarkirin û hemwarkirina vê yasayê kire karê pêşîn, ji bo dabînkirina çarçoveya yasaya pêwîst ji bo welatiyan û bazirgan û hikûmetê, da ku bi temamî îmzeya elektronîk bi kar bînin. Bêguman em bi tenê nikarin van karan bikin, çimkî siberoja dîjîtalî ya Kurdistanê û derxistina şiyanên wan ên rasteqîn, pêwîstî bi hemû pêkhateyên civakê heye, da ku bi hev re kar bikin.”

Di beşeke peyama xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê Parlamentoya Kurdistanê û desteya wê ya serokatiyê jî kir ji bo piştevaniya wan a di vê yasayê de.