Pentagon derbarê êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê de hişyariyê dide Tirkiyê

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, ew piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dikin.

Hewlêr (K24) – Amerîkayê piştevaniya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dubare kir û derbarê êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê de hişyarî da Tirkiyê.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, ew piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dikin û xebatên xwe yên li dijî DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê didomînin.

John Kirby eşkere kir, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin di demeke nêz de dê ligel hevtayê xwe yên Tirk, derbarê operasyonên Tirkiyê de biaxive û got: “Em derbarê êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê de hişyariyê didin Tirkiyê.”

Kirby destnîşan kir ku operasyonên hevbeş ji ber êrîşên dewleta Tirkiyê li navçeyê kêm bûne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li ser egera guhnedana hikûmeta Enqerê bi nêrîna welatan û êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de gotibû: “Em dixwazin kêşe bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin. Hêzên me ji bo bersivdana êrîşên Tirkiyê amade ne. Ez bawer im, eger Tirkiye gefên xwe bike êrîş, dê helwesta Amerîkayê tundtir bibe.”