Li Brîtanyayê qaçaxçiyê ku bû sedema xeniqîna 27 kesan hat desteserkirin

Polîsê Brîtanyayê yek ji wan qaçaxçiyên ku par di ava navbera Fransa û Brîtanyayê de bûbû sedema xeniqîna 27 penaberan ku piraniya wan Kurd bûn, desteser kir.

Hewlêr (K24) – Polîsê Brîtanyayê yek ji wan qaçaxçiyên ku par di ava navbera Fransa û Brîtanyayê de bûbû sedema xeniqîna 27 penaberan ku piraniya wan Kurd bûn, desteser kir.

Ajansa Tawanê ya Niştimanî ya Brîtanyayê ragihand, Herêm Ehmed Ebûbekir ku 32 salî ye, li navçeya Cheltenham a li başûrê rojavayê Englandê hat desteserkirin.

Kesê desteserkirî yek ji wan qaçaxçiyan e ku meha Mijdara sala borî, hejmarek penaber bi rêya belemeyeke biçûk a masîgiriyê ve ji Fransayê bi rêya kanala Îngilîz vediguhest Brîtanyayê û 27 kes di avê de xeniqîn.

Penaberên di nav belemeyê de bûn, piraniya wan Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bûn û herwiha piraniya wan jin û zarok bûn. Xeniqîna wan welatiyên Kurd dengvedanên mezin li pey xwe anî.

Brîtanya û Fransayê biryar dan, rêkarên ji bo kontrolkirina sînorên avê yên navbera herdu welatan tundtir bikin.