Serokwezîr alîkariya xwendekarên ziyandîtiyên bûyera Duhokê dike

Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd piştevanî û alîkariyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihande wan xwendekarên ku li bajarê Duhokê di bûyera teqîna gazê de ziyan dîtine.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd piştevanî û alîkariyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihande wan xwendekarên ku li bajarê Duhokê di bûyera teqîna gazê de ziyan dîtine.

Îro Sêşemê 29ê Mijdara 2022yan, Wezareta Perwerdehiyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd serdana wan xwendekaran kir ku roja 21ê vê mehê tûşî bûyera teqîna gazê bûn.”

Wezîrê Perwerdehiyê silav û piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihande xwendekaran, tevî gihandina alîkariya darayî ji bo wan.

Şeva Duşemê 21ê Mijdara 2022yan, ji ber teqîna tankeke gazê li bajarê Duhokê, heft kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 30 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî bûyerê yekser Wezareta Navxwe û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî raspart ku karkirina bi sîstema gazê were rawestandin û bi ti awayî neyç bikaranîn, herwiha hemû aliyên pêwendîdar raspart ku derbarê bûyerên teqînê yên Silêmanî û Duhokê de lêkolînan bikin.