Leşkerekî Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di operasyona “Pence-Kilîd” a li nav axa Herêma Kurdistanê de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di operasyona “Pence-Kilîd” a li nav axa Herêma Kurdistanê de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê li devera operasyona Pençe Kilîd a di nav axa Herêma Kurdistanê de, leşkerê Artêşa Tirkiyê yê bi navê Nedîm Korkmaz hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022yan ve li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kiriye û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.