Konsulê Giştî yê Holandayê: Em ê ezmûna xwe ya çandiniyê veguhezînin Herêma Kurdistanê

Jaco Beerends ragihand, hevkariyên Holandayê di warên cuda cuda de ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibin.
Konsulê Giştî yê Holanda yê li Hewlêrê Jaco Beerends
Konsulê Giştî yê Holanda yê li Hewlêrê Jaco Beerends

Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Holanda yê li Hewlêrê Jaco Beerends ragihand, hevkariyên Holandayê di warên cuda cuda de ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibin.

Jaco Beerends beşdarî bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê bû û ragihand, hikûmeta Holandayê hemû amadehiya xwe jibo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di sektorên cuda cuda de nîşan daye, bi taybetî jî di warê çandiniyê de.

Beerends diyar kir: “Holanda di warê çandiniyê de xwedî ezmûneke serkeftî ye, li ser rûberekî kêm û bi aveke gelek kêm, ji aliyê berhemanîna fêkî û desxlûdanê de welatê duyem e.”

Herwiha destnîşan kir, Holanda ji bo pêşxistina sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê û ji bo ku sûd ji teknîkên nû yên çandiniyê werbigre, alîkarî û piştevaniyê dike, da ku bikarin veberhênana zêdetir di vî warî de bikin.

Derbarê serdana Wezîrê Berevanî yê Holandayê bo Hewlêrê de, Konsulê Giştî yê Holandayê got: "Ew serdan ji bo serdana hêzên şêwirmendî yên Holandayê bû û di wê çarçoveyê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gelek mijarên girîng ên navbera herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.”

Jaco Beerends eşkere kir, welatê wî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de alîkar û piştevanê Pêşmerge bûye û niha jî tîmeke serbazî ku ji zêdetirî 120 serbazan pêk hatiye, erkê parastina Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê li ser wan e.