Helwesta partiyên Bakur li hember operasyona Tirkiyê ya li ser Rojava

Partiyên Kurd û Kurdîstanî jî dijî ev operasyona Tirkiyê ne û diyar dikin ku bêyî operasyon û şerê çekdarî jî rêyên çareseriyê hene.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Tirkiye piştî operasyona esmanî ya li ser Rojavayê Kurdistanê tevî nerazîbûnên ji hêzên li qadê û navnetewî bi biryar e ku operasyoneke bejahî jî pêk bîne. Partiyên Kurd û Kurdîstanî jî dijî ev operasyona Tirkiyê ne û diyar dikin ku bêyî operasyon û şerê çekdarî jî rêyên çareseriyê hene.

Tirkiye tevî nerazîbûnên aktorên li qada Sûriyê çalak in bi biryar e ku operasyoneke bejahî li ser rojavayê Kurdstanê pêk bîne. Piştî Amerîka û Rûsyayê herî dawî Wezîrê Derve yê Îranê jî ragihand ku operasyona bejahî ya Tirkiyê dê pirsgirêkan çareser neke, dê bibe sedema wêraniyê û rewşê hîn aloztir bike.

Li hember van daxuyaniyên aktorên li qadê Wezîrê Derve û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê ragihandin ku dê ev operasyona wan ya bejahî li ser rojava bê lidarxistin.

Derbarê egera operasyona bejahî ya Tirkiyê de Serokê HUDA PARê li ser pirsa Kuridstan24 ragihand ku aqlê dewletê xeletiyekê dike û heta ev xeletî hebe dê çareseriyek çênebe.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ragihand: “Di serî de xeletiyek heye ev xeletî jî ew e ku aqlê dewletê PKK sebeb e, pirsa Kurd encamê vê sebebê ye. Lê em dibêjin sebeb pirsa Kurd e, sebeb kêşeya Kurd e, heta ev sebeb ji holê ranebe, PKK encam e. Heger ev encam ji holê rabe jî wê sibê encameke din çêbibe. Hinek pirs, hinek meseleyên me hene lazim e bên çareserkirin, lê rê û rêbazên çekdarî vê meselê çareser nake, kûrtir dike.”

HAK PAR jî vê operasyona Tirkiyê bi sedemekê ve girê dide û bang ji PKKê dike ku dev ji şerê çekdarî berde û pêşniyarekê li hikûmeta Tirkiyê dike.

Serokê Giştî yê HAK PARê Duzgun Kaplan ji K24ê re diyar kir: “Em dibêjin şer çareserî nîne, em li dijî operasyona Tirkiyê ne, Tirkiye çawa ji berê ve ji Kurdistana Başûr re danûstandinên baş dike, dikare bi rojava re jî têkilî û diyalogeke baş deyne. Operasyon çareserî nîne. Em dibêjin PKK şerê çekdarî berde fersenda vê heyî parlementer û şaredarî bi dest xist, dikare bi diyalog çarserî peyda bike, eger fikrekî wiha hebe.”

Tirkiye ku heta niha 4 operasyonên dersînorî li ser Rojava û Sûriyê pêk aniye, ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bi navê “Operasyona Pence-Şûr” bi êrîşên esmanî û topxaneyan li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin. Herwiha Tirkiye dixwaze ku li ser Tel Rifat, Minbic û Kobanî operasyoneke bejahî jî pêk bîne, lê heta niha ji Rûsya, Amerîka, Îran û Sûriyê glopa kesk bo vê operasyonê nehatiye dayîn.