Balafirgeha Hewlêrê derbarê karta vaksînê de biryarek derkir

Ji 1ê Kanûna 2022yan şûnde ji geştyaran karta vaksînê û pişkinîna Koronayê (Covid-19) nayê xwestin.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand, ji 1ê Kanûna 2022yan şûnde ji geştyaran karta vaksînê û pişkinîna Koronayê (Covid-19) nayê xwestin.

Ehmed Hoşyar ji Kurdistan24ê re ragihand, ji îro Pêncşemê 1ê Kanûna 2022yan şûnde hemû geştyarên Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêwîstiya wan bi hebûna karta vaksînê û pişkinîna Koronayê (Covid-19) tune ye.

Beriya niha li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê merc bû ku geştyar ji bo derbasî balafirgehê bibin, karta vaksînê an jî pişkinîna Koronayê nîşan bidin.

Duh Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê jî ragihandibû ku li Herêma Kurdistanê rêkarên rûbirûna Koronayê diguherin û hêsankarî di geştkirin û bikaranîna maske û karta vaksînê de tê kirin.