Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Çînê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Çînê yê li Herêma Kurdistanê Ni Ruchi kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Çînê yê li Herêma Kurdistanê Ni Ruchi kir, ku ji ber bidawîbûna erkê wî yê li Herêmê, serdana Serokwezîr kiribû.

Di hevdîtinê de ku îro Pêncşemê 1ê Kanûnê birêve çû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir ji ber rola wî ya di pêşvebirina pêwendiyên Çîn û Herêma Kurdistanê ya di dema karkirina wî de û ji bo kar û erkên wî yên pêşerojê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Konsulê Giştî yê Çînê tevî nîşandana pêzanîna xwe ji bo hevkarî û hevahengiya baş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Konsulxaneya Çînê û welatiyên Çînê yên nişteciyên Herêmê, pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê da, ku di van salên dawî de Kabîneya Nehem ne tenê kariye ji qeyranan bi serkeftî derbas bibe, di heman demê de çendîn projeyên girîng û stratejîk jî ji bo bihêzkirina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê encam dane.