Li Stenbolê operasyona li dijî DAIŞê: 13 kes hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê li dijî rêxistina DAIŞê operasyon hat kirin û di encamê de 13 gumanbar hatin desteserkirin.
Rêveberiya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê ji bo desteserkirina endamên DAIŞê û kesên ku pêwendiya wan bi deverên pevçûnê heye, dest bi xebatan kir.
Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê, navnîşanên kesên ku pêwendiya wan bi deverên pevçûnê heye, kesên nêzîkî rêxistinê û alîkarên wê diyar kirin.
Li 10 navçeyên Stenbolê, bi ser 16 navnîşanan de bi awayekî hevdem operasyon hat pêkanîn û 13 gumanbar hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku lêpirsîna gumanbaran li Ewlehiya Stenbolê didome.