Wezîra Berevaniyê ya Holandayê: Seqamgîriya Herêma Kurdistanê ji bo me girîng e

Kajsa Ollongren berdewambûna piştevaniya welatê xwe ji bo proseya çaksaziyê di hêzên Pêşmerge de dubare kir û destnîşan kir, bi rêya şêwirmendên xwe ve di alîkariyên xwe yên hêzên Pêşmerge de berdewam dibin.

Hewlêr (K24) – Wezîra Berevaniyê ya Holandayê Kajsa Ollongren ji Kurdistan24ê re ragihand, seqamgîriya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wê girîng e.

Kajsa Ollongren diyar kir, artêşa Holandayê di meha Gulana 2023an de dawî li erkê parastina hêzên Hevpeymanan a li Balafirgeha Hewlêrê tîne.

Derbarê erkê parastina hêzên Hevpeymanan li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ku li stûyê artêşa Holandayê ye, Wezîra Berevaniyê ya Holandayê ragihand, artêşa welatê wê di meha Gulana 2023an de dawî li erkê xwe tîne.

Di Çileya 2021ê de nêzîkî 120 serbazên Holandayê gihîştin Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û erkê parastina Hêzên Hevpeyamanan girtin ser xwe û niha biryar e artêşa Holandayê heta meha Gulana sala bê di wî erkê xwe de berdewam be.

Li ser hebûna hêzên Holandayê li Herêma Kurdistanê, Kajsa Ollongren diyar kir: “Em demeke dirêj li vir bi cih bûne, ji bilî wê jî ligel rayedarên Hevpeymanan, ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê, me perwerde û rahênana hêzên Pêşmerge kiriye.”

Wezîra Berevaniyê ya Holandayê tekez kir, her çiqas DAIŞ ji aliyê serbazî ve têk çûye, lê gefên wê berdewam in, bi taybetî ji ber cihên cografî yên li navçeyê, ji ber hebûna navçeyeke berfireh a sînorê ligel Îran û Tirkiyê, loma kontrolkirina wê hêsan nîne.

Di beşeke din a axaftina xwe de Wezîra Berevaniyê ya Holandayê berdewambûna piştevaniya welatê xwe ji bo proseya çaksaziyê di hêzên Pêşmerge de dubare kir û destnîşan kir, bi rêya şêwirmendên xwe ve di alîkariyên xwe yên hêzên Pêşmerge de berdewam dibin.

Derbarê bombebaranên Îranê yên li ser navçeyên Herêma Kurdistanê de, Kajsa Ollongren diyar kir, êrîşên Îranê bûne sedema zêdetir neseqamgîriya Iraqê û şermezarkirina wan êrîşan di asta navdewletî de, wek karekî dirust wesf kir.

Roja Sêşemê 29ê Mijdara 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Berevaniyê ya Holandayê Kajsa Ollongren kir.

Di civînê de Kajsa Ollongren destnîşan kir ku pêwendiyeke dostane ya bihêz di navbera Holanda û Herêma Kurdistanê de heye û berdewambûna hevkarî û hevahengiya ewlehî, serbazî û piştevaniya Pêşmerge ji aliyê welatê wê ve dubare kir.