Koçberên Sûrî yên qeza kirin destê wan hatine kelemçekirin

Hiqûqnas û mafnas amaje dikin biryara dersînorkirinê jî û rêwitiya bi destan kelemçekirî jî derhiqûqî ye û dijî mafên mirovî ye ew ê derbarê berpirsan de doz vekin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Gelek koçberên Sûrî ku li Tirkiyeyê bi nasnameya demkî dijîn, tevî vê belgeya fermî, tên dersînorkirin. Komek koçberên bi vî awayî dihatin dersînorkirin di bûyeeke hatûçuyê de qeza kirin. Koçberên bi giranî birîndar bûne dibêjin, dema rêwitiyê destê wan hemûyan kelemçekirî bûn. Hiqûqnas û mafnas amaje dikin biryara dersînorkirinê jî û rêwitiya bi destan kelemçekirî jî derhiqûqî ye û dijî mafên mirovî ye ew ê derbarê berpirsan de doz vekin. 

Birînên li ser rûyê wî êş û kesereke giran dide der ku heta dawiya jiyana wî dê jê neçe. Abdilqadir Derkoçî yê 24 salî ji şerê welatê xwe li Sûriyê xwe rizgar kir hat Tirkiyê lê li vî welatî tûşî qezayeke giran bû.

Abdilqadir Derkoçî ku ev 6 sal in bi nasnameya demkî li Tirkiyê dijî ji ber ku qeyda wî li bajarê Manîsayê ye polêsên Tirk wî li Stenbolê desteser dikin û dişînin navenda dersînorkirinê.

Li gor gotina Derkoçî wekî wî bi dehan koçberên Sûrî destê wan kelemçekirî di otobêsekê de ji Stenbolê ber bi Diyarbekirê ve tên şandin.

Koçberê Sûrî Abdilqadir Derkoçî ji K24ê re diyar kir: “Otobêsa em hatin siwarkirin li herêma Sêwazê qelibî. Dema rêwitiyê destê me hemûyan kelemçekirî bû. Ne av, ne xwarin tu tişt nedan. Nehiştin em herin destavê jî. Piştî qezayê em birin nexweşxaneyê rûyê min dirûtin paşê ez şandim gerajê. Li Stenbolê bijîşkê rûyê min dît got: Ev çawa dirûtine û heyirî ma.”

Muhammed Îbrahîm El Hammud ê koçberê Sûrî yê 19 salî jî di heman otobêsê de bû ku ji milê xwe bi giranî birîndar bûye, hê jî di tesîra wê qezayê de ye û dibêje: Xwezî di wê qezayê de bimiriyama, ji halê niha çêtir bû.

Koçberê Sûrî Muhammed Îbrahîm El Hammud ji K24ê re diyar kir: “Ji ber qeyda min li Kîlîsê bû polêsan ez li Stenbolê desteserkirim û wekî min gelek koçberan li otobêsan bi awayekî kelemçekirî siwarkirin û bi vî awayî me rêwîtî kir. Em tî man birçî man tu tişt nedan. Piştre qeza çêbû em li ser hev qelibîn, ez ji milên xwe birîndar bûm. Dê û bavên min jî pîr bûne, nexweş in. Min ew xwedî dikir, lê piştî vê birîna xwe nikarim bixebitim. Xwezî ez niha sax nebûma.”

Mafnas û hiqûqnasên li Stenbolê li hev kom bûn amaje dikin rêwîtiya bi destan kelemçekirî sûcek e û ev yek rewşa koçberan xerabtir kiriye.

Mafnas Taha El Qazî diyar kir: “Gelek koçberên Sûrî tevî ku nasnameya wan a demkî jî hene ji Tirkiyê tên dersînorkirin. Ev koçberên birîndar bûne ku nasnameya wan a demkî jî heye eger destê wan nekelemçekirî bû encama qezayê evqas giran nedibû. Piştî ku Tirkiye biryara vegera 1 milyon Sûrî da bûyerên dersînorkirinê jî zêde bûn.”

Roja 7ê Mijdara 2022yan, di bûyereke trafîkê de ku otobêsa 40 koçberên Sûrî siwarkirî bûn ji Stenbolê bo Diyarbekirê dihatin şandin piştre dê bihatana dersînorkirin, li rêya Sêwazê qeza kir, 2 koçber mirin, 38 koçber jî birîndar bûn.