Tirkiyê çiyayê Asos bombebaran kir

2 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan, 3 welatiyên din birîndar bûn û kesek jî winda ye.

Silêmanî (K24) – Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê, li nêzîkî gundê Gelale yê ser bi navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê, çiyayê Asos bombebaran kir û di encamê de 2 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan, 3 welatiyên din birîndar bûn û kesek jî winda ye.

Îro Înê 2yê Kanûna 2022yan, Qaymeqamê Navçeya Mawet Kameran Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand, îro piştî nîvro firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê li çiyayê Asos çend welatiyên sivîl kirin armanc.

Qaymeqamê Mawet diyar kir, ji ber bombebarana Tirkiyê ya li çiyayê Asosê, 2 welatiyên sivîl şehîd bûn, 3 welatiyên din birîndar bûn û kesekî jî winda ye, ku di dema bombebaranê de ligel wan kesên din bi hev re bûn.

Herwiha destnîşan kir, qurbaniyên bombebaranê, ji bo nêçîr û komkirina berhemên payîzê çûne wan deveran û got: “Ji ber ku zêdetirî 15 salan baregehên PKKê li çiyayê Asosê hene, dronên Tirkiyê bi awayekî berdewam li wan deveran digerin û bûbûn cihê metirsiya xelkê navçeyê.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê ragihand, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê pênc caran bi tundî çiyayê Kêleşîn yê li sînorê gundê Zerûnî yê ser bi navçeya Mawet bombebaran kirin.