Di pêşnûmaya Destûrê ya Maseya Şeşalî de behsa pirsa Kurd nayê kirin

Karvedanên derbarê pêşniyara Destûra Nû ya Maseya Şeşalî de berdewan dikin. Ji ber ku di pêşniyara destûrê de li ser çareseriya kêşeya Kurdî ti sernavek cih negirtiye ji aliyê Kurdan ve ev pêşniyar tê rexnekirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Karvedanên derbarê pêşniyara Destûra Nû ya Maseya Şeşalî de berdewan dikin. Ji ber ku di pêşniyara destûrê de li ser çareseriya kêşeya Kurdî ti sernavek cih negirtiye ji aliyê Kurdan ve ev pêşniyar tê rexnekirin. Li ser mijara Destûra Nû û nebûna sernavekî derbarê çareseriya Kêşeya Kurd de DEVA û Partiya Dahatûyê bo Kurdistan 24ê axivîn.

Maseya Şeşalî ji bo hilbijartinên 2023an pêşniyara xwe ya derbarê Destûra Nû de ragihand. Lê belê ji ber ku derbarê çareseriya Kêşeya Kurd de hîç sernavekî di vê pêşniyara Destûra Bingehîn de cih negirtiye aliyê Kurdan ji vê yekê nîgeran in.

Bi nêrîna Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Mustafa Yeneroglu, Kurd di vê rexneyê de mafdar in lê ew bi vê hewla pêşniyara Destûra Nû, astengiyên li pêşiya gotûbêjkirina meseleyê radikin ku di vê demê de yê diaxive wek terorîst tê destnîşankirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê DEVAyê Mustafa Yeneroglu ji K24ê re diyar kir: "Di destûra kevn de cûdaxwazî heye. Di xalên 42 û 66an de ku li ser hemwelatîbûn û perwerdeya zimanê dayikê ye, cûdaxwaziyên mezin hene. Ev yek min diêşînin. Pêşî divê em demokrasiyê karîger bikin da ku pêşî li azadiyan vekin. Niha zimanê desthilatê hatiye wê radeyê ku herkesî wek terorîst destnîşan dike. Bi qasî astengiyên li ber azadiya Kurdan astengî li ber azadiya Tirkan jî heye.”

Li gorî Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Sema Silkîn jî, pirsa Kurd yek ji kêşeyên sereke ya Tirkiyê ye û divê bê çareserkirin. Ew dibêje; wan di pêşniyara destûra nû de zemîna demokrasiyê ragihandiye. Lê piştî destûreke sivîl hate çêkirin wê hingê pirsa Kurd jî bê çareserkirin.

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Sema Sîlkîn ji K24ê re diyar kir: “Maseya ku her behsa azadiyan dike ne pêkan e behsa Kêşeya Kurd jî neke. Pêşniyara Destûra Nû ku me ragihand, hîmê pergala parlementerîzmê xurt dike. Di vê mijarê de em bi sînor tevgeriyane. Lê Kêşeya Kurd li Tirkiyê meseleyeke mezin û girîng e. Ji dengan wêdetir e. Piştî pêkanîna wekheviyê em ê gavên pêşdetir biavêjin. Çareseriya Kêşeya Kurd karê Destûreke Bingehîn a Sivîl e.”

Cîgirên Serokên Giştî yên Partiya Dahatû û DEVAyê didin zanîn, ew bi rêya pêşniyara Destûra Nû pêşî li ber girtina partiyên siyasî digirin ku ev yek ji bo HDPê problemeke mezin bû. Herwiha di heman demê de mijara qeyyûman jî ji holê radikin ku zêdetirî 100 şaredariyên HDPê bi rêya qeyyûman ji destê wan hatiye standin. Ew dibêjin; di proseya Destûra Nû de divê gefên li ser siyasetmedarên Kurd jî rabin û HDP muxatab bê girtin; ji ber ku bi milyonan kes dengê xwe didinê.