Egera operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di meha Gulanê de jî peyamên bi heman rengî liser deverên Tel Rifat û Minbîç dabûn. Lê piştî bertekên ji Îran û Rûsya, Tirkiyê operasyon nedabû destpêkirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Tirkiye dibêje ew ê liser Rojavayê Kurdistanê operasyonek bejahî bidin destpêkirin û bi wî avayî YPGê ji nêzîkahiya sînorên xwe derxînin. Ligel demek dirêj ya belavkirina peyamên bi wî rengî ,Tirkiyê hê jî operasyon nedaye destpêkirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di meha Gulanê de jî peyamên bi heman rengî liser deverên Tel Rifat û Minbîç dabûn. Lê piştî bertekên ji Îran û Rûsya, Tirkiyê operasyon nedabû destpêkirin.

Ligel tawanbarkirina YPG û PKKê jiber teqîna li Stenbolê rayedarên Tirkiyê, vê carê devera Kobanê jî di nav de, dîsa dibêjin, “bo pêwistiya dabînkirina ewlehiya netewî,” hewce ye ew “operasyonek ku YPGê armanc digire bidin destpêkirin.”

Amerîkayê li hemberî dawîn peyamên Tirkiyê yekem car daxuyaniyek ji yên berê zelaltir û tundtir belav kir. Li gorî şarezayan di nav wan şertan de nepêkan e Tirkiye ev operayonê bicih bîne. 

Şarezayê Pêwendiyên Navdewletî Aydin Sezer ji K24ê re diyar kir: “Rûsya vê carê bi awayekî weke berê tund, dijayetiya operasyona Tirkiyê nake. Lê vê peyamê dide ku bêyî operasyonê jî daxwazên Tirkiye dikarin werin bicihkirin. Herwiha bi rêya Îranê, dixwaze astengî danê li ser rêya operasyonê. Amerîka û Rûsya li deverê ji hebûna hev aciz in. Berjewendiyên wan ji hev cuda ne, lê li hemberî operasyona Tirkiyê nêrînên wan hevbeş in.”

Aliyên nêzî hikûmetê jî bi bawer in ku Tirkiye di nav demeke nêz de nebe jî, dê operasyonek liser YPGê bide destpêkirin.

Şarezayê Ewlehiyê Guray Alpar diyar kir: “Li gorî 51emîn madeya peymana Neteweyên Yekbûyî, mafê Tirkiyê heye ku xwe li hemberî êrîşên ji derve biparêze. PKK û rêxistinên pê re jî ji derveyî sînor êrîş li deverên Tirkiyê yên sivîl dikin.”

Tirkiye ji meha Tebaxê pê ve helwêsta xwe ya li dijî hikûmeta Sûriyê guherand û bi awayekî erênî li bicihbûna hêzên rejîmê, li cihên di bin kontrola YPGê de dinêre. Ev yeke bo lihevkirina bi Rûsyayê re wek pêngavek girîng tê dîtin.

Serokomarê Tirkiyê beriya niha bo asayîkirina pêwendiyên bi Şamê re jî destnîşan bi heyama piştî hilbijartinan kiribû. Li gorî rexnegiran hikûmeta Tirkiyê, heta hilbijartinan naxwaze bi Şamê re lihev bike. Da ku kêşeyên li Sûriyê weke gefek derve ya ewlehiyê, bo standina zêdetir dengan bi kar bîne.