Bi fermana Mesrûr Barzanî 5 milyar dînar ji bo projeya riya gundê Xedirîce hat terxankirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî di dema serdana malbatên şehîdên gundê Xedircîce de
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî di dema serdana malbatên şehîdên gundê Xedircîce de

Navenda Nûçeyan (K24) – Salek bi ser êrîşa çekdarên DAIŞê li ser gundê Xedircîce yê Mexmûrê re derbas dibe. Parêzgarê Hewlêrê jî da zanîn, bi fermana Mesrûr Barzanî 5 milyar dînar ji bo projeya riya gundê Xedircîce terxan kiriye.

Parêzgarê Hewlêrê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 5 milyar û 99 milyon û 867 hezar û 500 dînar ji bo cîbicîkirina projeya çêkirina rêya gundê Xidircîce hat terxankirin.

Parêzgarê Hewlêrê ev proje wek yek ji projeyên stratejîk ên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nav kir ku dê hemû gundên din ên herêmê jî bi hev ve girêbide û dê ji bo çûnûhatina welatiyan û şêniyên gundên li qûntara Çiyayê Qereçûqê asankariyeke mezin dirust bike.

Di destpêka Berferanbera sala borî de çekdarên DAIŞê êrişî gundê Xedircîce yê girêdayî navçeya Mexmûrê li quntara Çiyayê Qereçûx kiribûn û di encamê de 13 kes û Pêşmerge hatibûn şehîdkirin.