Îro lîstikên qonaxa (16) a Mondiala Qeter 2022an dest pê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Şemiyê, lîstikên qonaxa (16) a Kupaya Cîhanî ya Mondiala Qeter 2022an, dest pê dikin.

Duhî Înê lîstikên qonaxa Koman a Kupaya Cîhanê ya Qatar 2022'an bi dawî bûn û îro lîstikên qonaxa (16) dest pê dikin.

Lîstikên qonaxa (16) wiha ye:

Roja Şemiyê, 3ê Berfanbarê:

Hollanda x Amerîkayê - (15:00) GMT

Argentîna x Awistralya - (19:00) GMT

Roja Yekşemê, 4ê Berfanbarê:

Fransa x Polanda - (15:00) GMT

Îngiltira x Senegal - (19:00) GMT

Roja Duşemê, 5ê Berfanbarê:

Japonya x Croatia - (15:00) GMT

Brazîlya x Koreya Başûr - (19:00) GMT

Roja Sêşemê, 6ê Berfanbarê:

Mexirb x Spanya - (15:00) GMT

Portugal x Swîsre - (19:00) GMT

Di qonaxa Koman de 120 gol hatin tomarkirin û Îngiltere û Îspanya jî bi 9 golan, di rêza herî zêde gol tomar kirin de cih girtin.

Her wiha heta niha 5 lîstikvan, her yekî ji wan 3 gol tomar kirin û dê hewl bidin bibin golkarên mondialê, ew jî ev in: Lîstikvanê Fransî Kylian Mbappe, lîstikvanê Hollandî Cody Gakpo, lîstikvanê Ingilîzî Marcus Rashford, lîstikvanê Spanyol Alvaro Morata û lîstikvanê Ekvadorî Ener Valencia, lê evê paşîn welatê wî ji mondialê derketiye.