Bi hezaran ton hinarên Kurdistanê ji bo hinardekirinê amade ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekem karwanê hinarên Kurdistanê gihîşte Îmarata Erebî û bazirganek jî dibêje, bi hezaran ton hinar ji bo hinardekirinê amade ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî ya derbarê hinartina yekem karwanê hinarên Kurdistanê bo derveyê welat de nivîsî: “Me soza xwe bi cih anî”.

Yekem karwanê hatiye hinadekirin, 500 ton hinarên Zaxo û Helebce ye ku gelekî navdar in û ji bo welatê Îmarata Erebî hatin hinardekirin.

Wezaretên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa hinarên hinardekirî kontrol kir.

Peyamnêra K24ê li Helebce Evîn Ata diyar kir, bazirganekî herêmê 2 hezar ton hinar ji bo hinardekirinê amade kirine.

Helebce bi berhemanîna hinarê navdar e û salane nêzîkî 30 hezar ton hinar berhem tîne.

200 ton hinarên Zaxoyê yên ji cureyên Armşte û Mehdawî di yekemîn karwana hinariyên hinardekirî de ne.

Li gorî bazirganê Zaxoyê Îdrîs Enwer, hinarên Misirê û Tirkiyê bi hinarên Kurdistanê re hevrikiyê dikin û got: “Lê di encama ceribandinan de derketiye ku hinarên me ji hemûyan baştir in.”

Îdrîs Enwer ji K24ê re ragihand, kiryarên biyanî pêştir serdana baxên Zaxoyê kiribûn û niha ew hinarên gihîştine, li gorî pîvanên wan in. Her wiha bi hezaran ton hinar jî ji bo hinardekirinê amade ne.