Li Til Temirê 4 zarok bi topeke artêşa Tirkiyê birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê El Micêbirê yê Til Temirê topeke artêşa Tirkiyê ku berê li gund ketibû û neteqiya bû, îro teqiya. Di encamê de 4 zarok birîndar bûn.

Hat ragihandin, Zarokên birîndar ji bo Nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê hatin rakirin, piştre ji ji bo nexweşxaneyên Hesekê hatin rakirin.

Li gorî xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Lêgerîn, navên zarokên birîndar wiha ne: Silêman Nesir Şilo (11 salî), Bedran Nesir Şilo (15 salî), Elî Mehmûd Şilo (11 salî) û Xalid Mehmûd Şilo (13 salî).

Tirkiye ji 20ê Mijdara 2022an ve ni riya firokeyên şer, dron û topxaneyê dest bi operasyoneke li ser navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û naveçeyên di bin kontrola HSDê de kiriye û di encamê de hejmarek sivîlan bûne qurbanî