Hejmarek mûşek arasteyî serbazgeha Zêlkan hatin kirin
Hewlêr (K24) – Îşev careke din bi mûşekan êrîşî serbazgeha Zêlkan a artêşa Tirkiyê hat kirin.
Rêveberê Nahiya Zêlkan Mihemed Emîn ragihand, serbazgeha artêşa Tirkiyê ya li navçeyê, bi mûşekan hat armanckirin.
Serbazgeha Zêlkan dikeve bakurê bajarê Mûsilê û hêzên artêşa Tirkiyê tê de bi cih bûne.
Grûpa çekdar a bi navê Ehrar El Iraq berpirsyariya êrîşê girte ser xwe.
Di daxuyaniyekê de wê grûpa çekdar ragihandiye, îşev çar mûşekên cûreya "Grad 122mm" arasteyî serbazgehê hatine kirin.
Herwiha eşkere kiriye ku mûşek şeva şemiyê 3yê Kanûna 2022yan di demjimêr 21:00 de arasteyî serbazgehê hatine kirin.