Ji ber bandora xwepêşandanan.. Îranê “Polîsa Exlaqê” hilweşand

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Îranê, Polîsa Exlaqê ya ku bi kuştina Jîna Emînî tê tometbarkirin, hat hilweşandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a “ISNA”, Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Cafer Muntezirî ragihandiye, Polîsa Exlaqê hatiye hilweşandin û got: “Ti peywendiya Polîsa Exlaqê bi dadweriyê re nîne. li cihê ku lê hatiye avakirin, hatiye hilweşandin.”

Ev yek di demekê de ye, hikûmeta Tehranê heta niha bi fermî hilweşandina Polîsa Ewlekariya Exlaqê ya ku bi navê “Îrşad” tê naskirin, piştrast nekiriye.

Ev polîsa Îranî bi kiryarên xwe yên tund li dijî jinan dihat naskirin, ji ber ku her kesek yasaya tund a cilûbergan binpê bikira, rûbirûyê metirsiya girtinê dihatin û dersên li ser çawaniya lixwekirina hicabê ji wan re dihatin dayîn, carcaran jî rastî tundûtûjî û lêdan dihatin.

Kuştina keça Kurd Jîna Emînî piştî girtina wê ji aliyê Polîsa Ewlekariya Exleqaê ya Tehranê ve, bû sedema pêleke nerazîbûnê li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku zêdetirî 11 heftiyan e berdewam e.

Welatên rojava ji wan Brîtanya, Kanada û Amerîka, li hember kuştina Jîna Emînî û tepeserkirina xwepêşanderan, siza li ser Polîsa Ewlehiya Exlaqê ya Îranê sepandin.