Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê nû kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Berfanbarê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê nû li Herêma Kurdistanê Mehmed Mevlut kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li li Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê nû li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê nû li Herêma Kurdistanê daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da, bi taybet di warê bazirganî û veberhênanê de.