Li Qamişlo otomobîlek teqiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamilşo otomobîlek teqiya û di encamê de kesek birîndar bû.

Li gorî jêderên xwecihî, Otomobîlek ku karmendên Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser tê de bûn li bajarê Qamişlo teqiya û di encamê de birîndar hene.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî bûyerê di daxuyaniyekê de eşkere kir, şaneyên terorîst li bajarê Qamişlo otombîleke ku mamosteyan vediguhêze teqandin.

Diyar kir jî, di encama teqînê de ajokarê otomobîlê birîndar bû û ji bo dermankirinê bo navendeke bijîjkiyê ya herî nêzîk hat veguhestin. Diyar kir, hin ziyanên madî jî çêbûn.

Ev teqîn di demekê de ye, Tirkiye ji 20ê Mijdara 2022an ve ni riya firokeyên şer, dron û topxaneyê dest bi operasyoneke li ser navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û naveçeyên di bin kontrola HSDê de kiriye û gefa destpêkirina êrîşeke bejahî jî dixwe.