Hevkariya Kurdistanî: Tifaqa me ne ji bo kursiyên parlementoyê ye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Hevkariya Kurdistanî ya ji Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Tevgera Demokratên Kurdistanê (TDK) pêk tê derbarê tifaqên hilbijartinê de dibêje tifaqa wan ne ji bo kursiyên parlementoyê ye, tifaqa wan bo nasîna mafên rewa yên kurdan e.

Ber bi hilbijartina parlementoyê û serokomariyê ve tifaqên hilbijartinê jî zêde dibin ku HDP jî Tifaqa Ked û Azadiyê ragihandibû û dixwaze tifaqa li gel partiyên Kurdistanî jî biparêze lê gelek partî û rêxistinên Kurdistanî derveyî wê tifaqê ne. Partî û rêxistinên Kurdistanî yên derveyî tifaqa HDPê ne dibêjin ew ji bo kursiyan tifaqê nakin û tifaqa wan, tenê bo bi bidestxistina mafên rewa yên kurdan e û bo vê yekê jî divê makezagon were guherîn û hêza ku bijkare vê yekê bike re jî dikarin runin û gotubêjê bikin.

Berdevkê Tevgera Demokratên Kurdistan Cano Amedî ji K24ê re got: “Divê di makezagonê de maddeya yekê de bêje ev dewlet ji Kurd û Tirkan pêk tê, mafê kurdan qas mafê tirkan rewa ye, zimanê kurdan wek fermî bê qebulkirin. Ser van xalan em dikarin tifaqê bikin, lê derveyî van em bi ti aliyekê re tifaqê ser bazara kursî û şaredariyan nakin.”

Partiya Azadiya Kurdistan, Partiya Sosyalîsta Kurdistan û Tevgera Demokratên Kurdistanê bi navê Hevkariya Kurdistanî niha tifaqa di sibatê de hatibû avakirin didomînin û didin zanîn ku tifaqa wan ne ji bo hilbijartinê ye lê ev nayê wê wateyê ku ew giringiyê nadin hilbijartinan û di hilbijartinê de jî dê xwedî helwest bin.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan Bayram Bozyel dibêje: “Hevkariya me berdewam e û em dixwazin berfirehtir jî bibe. Pêşiya me potansiyela guherîna Tirkiyeyê heye. Desturek nû tê nîqaşkirin, sîstema serokatiyê tê nîqaşkirin, meselya kurd bi hemu giranşya xwe rojevê de ye, lazim e kurd jî bibin aliyek vê pêvajoyê. Da ku bikaribin hilbjartina serokatiyê de li gorî vê yekê helwestek deynin.”

Hevkariya Kurdistanî dibêje divê di makezagonê de nasnameya kurd were nasîn û zimanê kurdî jî wek zimanê fermî were qebulkirin û kîjan tifaq bi germî nêzîkî van xalan bibe ew dikarin li gel wan nirxandinê bikin.