Fransa û Îngiltirayê di “çarîk-fînala” Mondiala Qeterê de rûbirûyî hevdu dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Fransa û hilbijardeya Îngiltirayê piştî serkeftina wan di lîstikên qonaxa (16) a Mondiala Qeter 2022an de, derbasî qonaxa çarîk-fînalê bûn û dê rûbirûyî hevdu bibin.

Hilbijardeya Neteweyî ya Fransayê Şeva borî piştî serkeftina li hember hevtayê xwe yê Polandî (3 – 1) derbasî qonaxa çarîk-fînalê bû.

Golên Fransayê bi riya Olivier Giroud di xuleka (44) de û Kylian Mbappe du got di xulekên (74 û 90) de hatin tomarkirin.

Robert Lewandowski jî gola tekane ya Polandayê di xuleka (90+7) de tomar kir.

Di lîstika din de jî, Îngiltirayê bi encama (3 - 0) bi ser Senegalê ket.

Golên Senegalê di xuleka (38, 45 û 57) bi riya Jordan Henderson, Harry Kane û Bakayo Saka hatin tomarkirin.
Bi vê yekê re, Fransa û Îngiltirayê dê roja Şemiyê bê 10ê Berfenbarê di qonaxa çarîk-fînala Mondiala Qeter 2022an de rûbirûyî hevdu bibin.