200 hezar kes li herêma Şehbayê di bin dorpêçeke giran de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Şehba ya li bakurê Helebê û koçberên Efrînê ji heyama du mehan ve di bin dorpêçeke tund a ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê de ye û xelkê resen ê herêmê û koçberên Efrînê, bi karesateke mirovî re rûbirû ne.

Herêma Şehbayê ku zêdetirî 200 hezar kes ji niştecihên resen û koçberên Efrîna dagirkirî lê dijîn, ber bi kareseteke mirovî ve diçe. Firqeya 4 a artêşa Sûriyê ji nêzîkî du mehan  ve xelkê wê herêmê xistiya bin dorpêçeke giran.

Herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 150 hezar Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê bicih bûne.

Di encama dorpêça Firqeya 4 li ser vê herêmê de, sotemenî nemaye ku ew jî bûye sedem elektirîk û internêt qut bibin, her wiha hemû xebatên xizmetguzariyê jî rawestiyan.

Li gor zanyariyan, berî çend mehan Firqeya 4 rê dida rêjeyeke kêm ji sotemeniyê derbasî herêma Şehbayê bibin, lê ji 2 mehên dawîn ve, bi temamî rê li ber derbasbûna tankerên mazotê girtiye.

Ev rewş ji bo gazê derbasdar e; hikumeta Şamê hejmara bitlên gazê yên ku derbasî herêmê dibûn, ji 28 hezar bitlan daxist tenê 10 hezar, lê di pişt re, bi temamî nehişt gaz derbasî herêmê bibe.

Di encama vê dorpêça tund de, hemû aliyên jiyanê rawestiyane. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji ber tunebûna mazota germkirinê, dewama dibistanan ji bo mehekê bi paş xist kir. Desteyê da zanîn ku eger dorpêç bidome dê dema girtina dibistanan, dirêj bike.

Li ser riya di navbera Heleb û Şehbayê de ku dirêjiya wê 20 kîlometro ye, 7 rêbendên ewlehî û hêzên hikumeta Şamê hene. Firqeya 4, Hewalgiriya Asmanî, Ewlehiya Leşkerî, Ewlehiya Dewletê, Hewlgiriya Giştî, Gumrik û polîs.