Mesrûr Barzanî: Sîstema elektronîk a girêbestên giştî dê şefafiyetê pêşve bibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya nasandin û destbikarbûna sîstema elektronîk a girêbestên giştî peyamek belav kir û ragihand, ev sîstem dê bibe sedema pêşveçûna şefafiyetê.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya nasandin û destbikarbûna sîstema elektronîk a girêbestên giştî peyamek belav kir û ragihand, ev sîstem dê bibe sedema pêşveçûna şefafiyetê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya nasandin û destbikarbûna sîstema elektronîk a girêbestên giştî diyar kir: “Ez pêşwazî li vekirin û destbikarkirina yekem portala sîstema elektronîk a girêbestên giştî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, ku dê bibe sedema pêşveçûna şefafiyet û lêpirsîna kêmasiyên giştî, bi awayekî ku alîkar be ji bo aktîvbûna zêdetir a darayî ya giştî û piştgiriyê li serhildana karsaziya biçûk û navîn dike û ber bi pîşesaziya nû dibe û cîbicîkirina hemû çaksaziyên me bilez dike.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez kêfxweş im ku Wezareta Plandanînê ji niha ve dest bi nûkirina rênimayên kêmasiyên giştî û herwiha rahênana mutahîtan kiriye ji bo şarezabûna di bikaranîna portala nû de û di çend hefteyên bê de, ev sîstem dê li hemû wezaretên hikûmetê were cîbicîkirin.”

Herwiha eşkere kiriye: “Ev xizmetguzarî, yek ji wan destpêka xizmetguzariyan bû ku li navenda datayên Hikûmeta Herêmê amadekarî jê re hatiye kirin û alîkariyeke mezin dide hikûmetê ji bo destgihiştina datayan û dîtina alav û xizmetguzariyên berdest ên sektora taybet.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Destxweşî û rêz û pêzanînên min ji bo xebata Wezîrê Plandanînê Birêz Dara Reşîd û tîma wî heye ji bo serxistin û berdewambûna projeyê, tevî ku ji ber vîrusa Covidê demek bû rawestiyabû. Herwiha ez spasiya Ajansa Hevahengiya Navdewletî ya Korya (KOICA) dikim ji bo piştgirî û hewlên wan ên berdewam ji bo pêşvebirina şiyanan di sektrora giştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.”