Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qeyrana aboriyê kûrtir dibe

Daneyên helawsanê yên mehane û salane yên Tirkiyeyê eşkere bûn. Helawsana salane bû %84.39 û helawsana mehane jî bû %2.88.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Daneyên helawsanê yên mehane û salane yên Tirkiyeyê eşkere bûn. Helawsana salane bû %84.39 û helawsana mehane jî bû %2.88. Welatî û nûnerên karkeran dibêjin li gorî vê enflasyonê ne pêkan e ku mûçe têra debarê bikin.

Daneyên fermî yên helawsana Tirkiyeyê yên mehane û salane ji aliyê Saziya Amaran a Fermî ya Tirkiyeyê TUÎKê ve hat aşkerekirin. Li gorî daneyên fermî helawsan bi awayekî berdewam zêde dibe ku helawsana salane  bûye %84.39 û helawsana mehane jî bûye %2.88.

Li gorî Koma Lêkolînê ya Helawsanê jî helawsana salane %170 ye û ya mehane jî %4.24 e. Nûnerên karkeran dibêjin encamên cuda dide xuyakirin ku rewşa rastî tê veşartin û mûçeyên karkeran jî êdî têra debara wan nakin.

Sekreterê Herêmê yê Sendîqeya Tendirustkarên Şoreşger Umît Umdu ji K24ê re diyar kir: “Çima herdû dane jî ne wekhev in? Ji ber ku daneyên rast nayên gotin. Rewşa xebatkaran jî nebaşe. Hemu qadan de bihabun heye, kirêyên malan zêde bûne. Hevjînên hevalên me li me digerin û dibirsin dibêjin rastî jî hun evqas muçe distînin. Ev cihê xemginiyê ye.”

Bilindbûna helawsanê tê wateya bilindbûna bihayê xurekan û herwiha hêza danûstandinê ya welatiyan jî dadikeve. Welatî dibêjin êdî mûçeyên wan têra dabînkirina pêdiviyên sereke jî nake û divê ev rewş jî berçav were girtin.

Welatiyekî astengdar dibêje: “Ez mûçeyê astengdariyê distînim. Têra min nake. Ez nikarim ji xwe re pêlavek bistînim.”

Herwiha welatiyeke din jî diyar dike:  “Me heywan xwedî dikir, ka û ceh biha bû. Debar nabe, me firoşt, em nikarin xwedî bikin. Her tişt biha buye û kar nîne.”

Li gorî daneyên saziyên kedkaran li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê yê dahata malbatek ku ji 4 kesan pêk tê 7 hezar û 786 lîre ye ku kêmtirîn muçe 5 hezar û 500 lîre ye û tê pêşbînîkirin ku kêmtirîn muçe bo sala nû were zêdekirin lê rêjeya zêdekirina wê hîn jî tê nîqaşkirin û ne diyar e.