Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyoza Swêdê rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Berfanbara 2022an pêşwazî li Balyoza Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom kir.

Di civînê de, pêşxistina pêwendiyên di navbera Swêd û Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Swêdê pêşkeftin û proseya avedankirina Herêma Kurdistanê bilind nirxand û daxwaza welatê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyên berfireh bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem di warê pirrengiya aborî, dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, çûna ber bi hikumraniya elektronîk, asankiriya bo veberhêneran û peydakirina derfetên nû yên kar de pêşkêş kir.

Girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê, rewşa penaberan û amadekariyên rûbirûbûna bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê li ser jiyana welatiyan, mijarên din ên hevdîtinê bûn.