Bihayê îsota Rihayê di salekî de 3 - 4 qatan zêde bûye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Rihayê Îsot, hem berhemeke sereke ye ku di xwarinan de tê bikaranîn, hem jî çavkaniyeke sereke ya dahat û aboriya welatiyên Rihayê ye. Li ji ber giranbûyîna bihayên berheman, hilberîn û kirîna  îsota Rihayê jî, kêm buye, bihayê wê jî 3-4 qat zêde bûye.

Bajarê Rihayê wek bajarê îsotê jî tê pênasekirin, îsota di xwarinên sifreya Rihayê de nebe, nabe. Îsota ku li vê derê tê hilberîn ji bo bazarê jî tê dayîn, lê êdî ji ber bihayê xwe bûye luksekî. Welatî û firoşkar jî balê dikşînin ku hem hilberîn, hem jî kirîna îsotê gelek kêm bûye.

Dikandar Ferman Sûbay dibêje: “Sala borî kîloya îsotê ku bi 100 lîre bû niha bi 300 lîre ye, îsota ku bi 30 lîre bÛ niha bi 100 lîre ye. Em nikarin bifiroşin û mişterî jî nikarin bikirin. Mesela miletê li Rihayê gişt li malê xwe çê dikirin, yanî li Urfayê welatî li ser banên xaniyên xwe çê dikin. Lê îsal çê nekirine. Çima ku kîloya îsotên taze ji 15-16 lîre kêm nebûn. Ku fiyeta îsotên şîn neket jî, elatiyan nikarî bikere û îsot jÎ çê bike. Yanî milet ne çê kiriye, ne jî dikire, ji ber fiyet giran bûne, milet nizane çi bike û welatiyên Rihayê îsot nexun jî nabe.”

Dikandar tînin ziman ku ji ber fiyet 3-4 qat zêdebûne, firotina wan kêmtirîn ji %50 daketî ye û ev jî li ser dahat û debara dikandaran bandoreke berbiçav dike.

Dikandar Muslum Çîftçî got: “Em dikandar îsotê jixwe nafiroşên şêniyên vê derê, em zêdetir difiroşin, ew kesên ku bajêrên bakûr û bajêrên Tirkiyê wek geştiyar tên vê derê; em difiroşin wan. Îsal jî fiyet wiha giran bûne û em dikandar bi rastî ketine rewşeke gelek ne baş.”