Serokê Çînê dê sibe serdana Erebistana Siûdî bike

Serokê Çînê Xi Jinping dê sibe serdana Erebistana Siûdî bike û li gor zanyariyan serdana wî heta roja Înê bidome.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Çînê Xi Jinping dê sibe serdana Erebistana Siûdî bike û li gor zanyariyan serdana wî heta roja Înê bidome.

Ajansa AFP ragihandiye, Serokê Çînê Xi Jinping dê roja Çarşemê bigihe Erebistana Siûdî, li wir ji aliyê Cînişînê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman ve were pêşwazîkirin.

Serokê Çînê Xi Jinping dê bi Mihemed Bin Selman re bicive û amadekariya serdana Serokê Çînê bo Erebistana Siûdî hatiye kirin, tê pêşbînîkirin ku weke serdana Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bo Erebistana Siûdî, pêşwazî li Serokê Çînê were kirin.

Beriya niha Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan serdana Serokê Çînê ragihandibû.

Wezîrê Erebistana Siûdî gotibû ku têkiliyên Çîn û Erebistana Siûdî yên dêrîn hene.

Erebistana Siûdî hevpeymaneke sereke ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn tê dîtin, di heman demê de têkiliyên di navbera Washington û Pekînê de li ser Taywanê di asta herî xirab de ne.

Amerîka ji vê pêngava Riyadê nîgeran e û ji nêz ve serdana Serokê Çînê û encamên wê yên siyasî û aborî dişopîne.