Mexrib li hember Îspanyayê bi ser ket

Pêşbirka tîmên Mexrib û Îspanyayê de, ku di dema asayî û dirêjkirinê de 0-0 bi dawî bû, di avêtinên penaltiyan de Mexrib 3-0 li hember Îspanyayê bi ser ket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşbirka tîmên Mexrib (Fas) û Îspanyayê de, ku di dema asayî û dirêjkirinê de 0-0 bi dawî bû, di avêtinên penaltiyan de Mexrib 3-0 li hember Îspanyayê bi ser ket û dîroka xwe de cara yekem çû fînala çaryekê.

Di 16 gerên dawîn ên Kupaya Cîhanê ya FIFA 2022yan de, pêşbirka ku di dema asayî û dirêjkirinê de 0-0 qediya, di avêtinên penaltiyan de Mexrib 3-0 li hember Îspanyayê bi ser ket û dîroka xwe de cara yekem çû fînala çaryekê

Di pêşbirkê de Îspanyaya ku trafîka pasan kontrol dikir, tevî Torres, Olmo û Asensio jî gol neavêt. Dîrektorê teknîkê Luis Enrique her çiqas xwest di dewra duyem de bi Morata û Williams reng bide pêşbirkê jî ti gol ji wan çênebûn.

Di seranserê pêşbirkê de ji 5 şûtên Mexribê 3 ketin qeleyê, Îspanyayê jî ji 13an 2 kir. Îspanyayê di xuleka 120+3yê de bi Sarabia gelekî nêzîkî golavêtinê bû. Bi midaxeleya qelevan Bono top çû autê.

Ji Mexribê Sabirî, Ziyech û Hakimî gol avêtin. Ji Îspanyayê jî Sarabia, Soler û Busquets, her sê avêtinên xwe nekirin gol.

Di avêtinên penaltiyan de Mexrib 3-0 li hember Îspanyayê bi ser ket û dîroka xwe de cara yekem çû fînala çaryekê.

Mexrib bû yek ji 4 tîmên Efrîqayê ku çûne fînala çaryekê. Di Kupaya Cîhanê de beriya niha sala 1990î Kamerûn, sala 2002yan Senegal û sala 2010an jî Gana ev serkeftin bi dest anîbûn.

Mexrib di têkoşîna xwe ya fînala çaryekê de 10ê meha Kanûnê di saet 18.00ê de li hember serkeftiyê pêşbirka Portugal-Swîsreyê bilîze.