Ebdî: Eger Tirkiyê êrîşê Kobanî û Minbicê bike dê ji artêşa Sûriyê re bibe pirsgirêk

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî radigihîne, eger artêşa Tirkiyê êrîşê Kobanî û Minbicê bike, ev yek ji HSDê zêdetir, dê ji artêşa Sûriyê re bibe pirsgirêk, ji ber ku hêzên rêjîma Sûriyê du qatan ji hêzên HSDê zêdetir li van herêman in.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke ligel rojnameya “Şerq El-Ewset” de ku îro hatiye weşandin, li ser pêşniyara Rûsya ya vekişîna HSDê ji Kobanî û Minbicê ragihand, “Ji xwe hêzên rejîmê li Kobanî, Minbic û Til Rifatê hene û du qatan ji hêzên me zêdetir in.”

Her wiha got: “Niha eger êrîşek li ser Kobanî û Minbicê çêbibe, ji me zêdetir dê ji bo rejîmê bibe pirsgirêk. Hêzên rejîmê bi çek û tangên xwe li ser sînor in û ew ê bêne armanckirin. Wê demê divê rejîm biryarekê bide, yan ew ê vekişe û wan deveran ji artêşa Tirk re bihêle, yan jî dê şer bike.”

Ebdî tekez kir jî: “Pêwîstî bi vekişîna hêzên me û derbasbûna hêzên rêjîmê nîne, ji ber ku berê ew li wir in. Eger ew behsa vekişîna hêzên asayişê û saziyên din ên Rêveberiya Xweser dikin, ew xelkê deverê ne û xwe bi xwe diparêzin û em jî venakişin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê amaje bi wê yekê kir, hêzên wan pabendî hemû rêkeftinên hatine kirin bûne, çi yên bi rêjîma Sûriyê re û çi yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de hatin kirin û hêzên HSDê 30 km dûrî sînorê Tirkiyê ne.

Di wê derbarê de Ebdî got: “Ji aliyê xwe ve em ê pabendî rêkeftinên sala 2019ê bin. Hebûna me li wir nîne heta ku ji me bê xwestin bi kûrahiya 30 km vekişin. Em bi fermî ne li ser sînor in. Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) hene, lê ew li derveyî rêkeftinan in.”

Fermandarê Giştî yê HSDê destnîşan kir jî, roleke baş a fişara Amerîka û navdewletî li ser Tirkiyê hebû ku asta êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê di çend rojên dawiyê de kêm bûne.

Ev yek di demekê de ye, rojnameya “Washington Post” ji zarê berpirsên rêveberiya Amerîkî ragihand, Pentagon xwe amade dike ku hemû operasyonên xwe yên meydanî bi HSDê re li bakurê Sûriyê ji nû ve dest pê bike û berfirehtir bike.