Wênegirê Kurd Masum Suer bi wêne “Roboskî” xelatek wergirt

Wêneyê Roboskî yê xelat girtiye
Wêneyê Roboskî yê xelat girtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wênegirê Kurd Mehmet Masum Suer bi wêneyê ‘Robozkî’ di pêşbirka navneteweyî de xelata 2. emîn a Baştirîn Rojnamevanê Wenegir ê Salê wergirt.

Wênegir Mehmet Masum Suer bi wêneyê ku li Roboskî kişandibû; di pêşbirka “Peyamnêrê Wêneyê yê Sala 2022” ku ji aliyê Kovara Leica yê ku markeya herî bi prestîj ya kamerayan a cîhanê ye, Leica Magazine (LFI) ve û BarTur Photo Award ve hat organîzekirin de, xelata duyemîn wergirt.

Hat diyarkirin ku ji 80 welatan nêzî 5 hezar wênegir bi 12 hezar û 700 wêneyan beşdarî pêşbirkê bûne. Wêneyên ku xelat wergirtine di serî de li Almanya dê herî kêm li 3 welatên Ewropayê werin pêşandan.

Di pêşbirkê de bi zêdeyî wêneyên ku ji pevçûn û koçberiya mirovan a li Ukrayna û Afganîstanê hatine kişandin xelatên yekem girtin. Wêneyên ku xelat wergirtine dê di navbera 9-19ê Sibatê de li Almanya li galeriya Muzeya wênekêşiyê ya F3 Freiraum Für Fotografie li Berlîn û piştre li du welatên din ên Ewropayê dê werin pêşandan.

Wênekêş Suer diyar kir ku ji aliyekî ve di sala dawî de bi wergirtina xelata sêyemîn a girîng kêfxweş bûye lê ji aliyê din ve jî ji ber bûyera Roboskî û tiştên ku di roja kişandina vî wêneyî de dîtiye gelekî xemgîn bûye.

Suer, dûv re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî bûyera trajîk bi çend rojan ez bi komek hevalên xwe re çûm gundê Roboskî û ji malbatan re sersaxî xwest. Me êşa wan parve kir. Min êşên malbatan bi kişandina gelek wêneyên li ser goristanan û li malên wan belge kir. Min bi xemgîniyek mezin ev wêne kişandin.”

Mehmet Masum Suer ku di heman demê de endamê Komeleya Wêneyan a Amerîka (PSA) ye, xwediyê 32 dîploma û sernavên saziyên wênekêşiyê yên li welatên cihê yên cîhanê ye, nemaze ji  Federasyona Navneteweyî ya Hunera Wênegiriyê FIAP. Hunermend xwediyê gelek xelatên ji pêşbirkên navneteweyî ye.

Sûer di destpêka vê salê de bi wêneyê ku li Çiyayê Nemrûda Semsûrê kişandibû di pêşbirka 'Wênegirên Salê yên Dîrokê a 2021 de ku li Îngilîstanê hat lidarxistin de di nav 40 wêneyên herî baş yên cihên dîrokî yên salê de cih girtibû. Pişt re jî ji bi du wêneyên ku li baxçeyên Hewsel li Diyarbekirê kişandibû di pêşbirka 35AWARDS de ku li Rûsyayê hat lidarxistin, di nav '100 Wêne û Wênegirên Salê yên Herî Baş' de cih girt.