Li Kerkûkê şer di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de rûda

Li sînorê bajarokê Qadûqê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê, şer di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de rûda û çend cotkarên Kurd birîndar bûn.

Kerkûk (K24) – Li sînorê bajarokê Qadûqê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê, şer di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de rûda û çend cotkarên Kurd birîndar bûn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Kerkûkê ragihand, îro Çarşemê 7ê Kanûna 2022yan, Erebên hawirde li gundê Ferîqê yê ser bi bajarokê Daqûqê, bi çar traktoran çûne nav zeviyên cotkarên Kyrd û dest bi kolanê kirine, cotkarên Kurd jî nehiştine wê yekê bikin û di encamê de şer di navbera herdu aliyan de rûdaye.

Peyamnêrê me eşkere kir, cotkarên Kurd bi dar û keviran rûbirûyî Erebên hawirde bûne û di encamê de du cotkarên Kurd birîndar bûne û piştre artêşa Iraqê destwerdan kiriye û bi teqeyan her du alî ji hev veqetandiye.

Xwediyê erd Mela Hesen Dûzî ku du birayên wî di şer û pevçûnê de birîndar bûne, ji K24ê re ragihand, Erebên hawirde destdirêjî kirine û li dijî Kurdan şer ragihandine, herwiha eşkere kir: “Ev bûyer pêşhateke xirab e, divê pêşî li destdirêjiyên Erebên hawirde were girtin û serkirdeyên siyasî yên Kurd, kêşeya xakê bikin pêşîneya karên xwe.”

Mela Hesen Dûzî eşkere kir, artêşaIraqê piştgirî û piştevaniya Erebên hawirde dikin û eger hêzên artêşê nebin, Erebên hawirde nikarin bikevin nav zevî û erdên Kurdan.

Piştî 16ê Cotmehê ve, Erebên hawirde li Daqûq, Sergeran û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi awayekî berdewam hewla dagirkirina zevî û erdên cotkarên Kurd didin.