Li Iraqê di xwepêşandanan de 3 kes hatin kuştin

Li bajarê Nasiriye yê Iraqê di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de alozî û pevçûn derket, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Hewlêr (K24) – Li bajarê Nasiriye yê Iraqê di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de alozî û pevçûn derket, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Ji ber tunebûna xizmetguzariyan û daxwaza xwepêşanderan a li ser azadkirina çalakvanekî, îro Çarşemê 7ê Kanûna 2022yan, li bajarê Nasiriye yê Iraqê xwepêşandan dest pê kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Bexdayê ragihand, li Nasiriye xwepêşandan dest pê kir û xwepêşander daxwaza azadkirina çalakvan Heyder Zeydî dikin, alozî û pevçûn jî dirust bûye, di xwenpêşandanan de 3 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Herwiha diyar kir, xwepêşandan li navçeya Behû ya Nasiriye birêve çû û çend otomobîlên hêzên ewlehiyê ji aliyê xwepêşanderan ve hatin şewitandin.