Li Sûriyê metirsiyên li pêşiya Tirkiyê

Tirkiye dixwaze li Rojavayê Kurdistanê operasyonekê pêk bîne, lê ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve hê jî gilopa kesk nehatiye vêxistin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Tirkiye dixwaze li Rojavayê Kurdistanê operasyonekê pêk bîne, lê ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve hê jî gilopa kesk nehatiye vêxistin. Bi nêrîna şarezayan, eger Tirkiye di vê daxwaza xwe de israr bike wê ji bo Tirkiyê di qada navdewletî de di warê siyasî û leşkerî de metirsiyên nû peyda bibin.

Karvedanên egera pêkhatina operasyoneke bejahî li Rojavayê Kurdistanê û hewlên Rûsyayê yên ji bo pêkanîna zemînekî siyasî ya di nava Tirkiye û Sûriyê de berdewam dikin.

Li gorî Serokê Berê yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Xalid Xoce, dema Şam û Enqere li hev bikin bo Tirkiyê metirsiyeke nû peyda dibe; hem ji aliyê rêxistinên çekdarî yên deverê û hem jî ji aliyê popilasyona muxalîfên Esed ku zêdetirî 5 milyon kesî ye; di rewşeke wisa de ev popîlasyon wê berê xwe bide Tirkiyê yanî wê ji Esed birevin. Ev jî ji bo Tirkiyê hem hisab û hem jî denklemeke nûye ku li serê bifikire.

Serokê Berê yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Halid Hoja ji K24ê re diyar kir: "Beşar Esed bixwe jî naxwaze careke din vegere wan herêman. Li van deveran herî kêm 5 milyon muxalîfên Esed hene. Esed naxwaza bi wan muxalîfan re jî serê xwe biêşîne. Ji ber wê yekê bi giranî û nerazîbûnî nêzîkî pêşniyara Tirkiyê dibe. Belkî li ser deverên ku PYD û YPG lê ne yanî wekî Minbîç, Telrifat û Kobanî, Esed bi Tirkiyê re muzakereyê bike lê ji bo deverên din hîç bawer nakim."   

Li gorî şarezayên pêywendiyên navdewletî, di demek nêzîk de nayê çaverêkirin ku Tirkiye ji deverên ketiye nava xaka Sûriyê derkeve. Ev jî dibe arîşeyek ji aliyê Sûriyê ve bi taybet jî di warê egera hevdîtinekê ya di nava Erdogan û Esed de ku ev demekê ye Rûsya hewl dide Erdogan û Esed bîne bal hev.

Lêkolîner û Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Bedîr Mele Reşîd ji K24ê re ragihand: “Ji xwe Rûsya dê li vê yekê bi erênî binêre ji ber ku ew dixwaze hemû xaka Sûrî dîsa vegere bin kontrola Esed. Lê naxwaze bi şer vegere. Taybetî jî ew cihê ku hêza HSDê tê de ye. Ji ber ku dixwaze di dahatûyê de wek hêzeke ewlekarî ji vê hêzê jî sûd werbigire. Ji ber ku hemû cihên petrol, gaz û genimê Sûrî li wê deverê ye.”

Li gorî çavdêr û pisporan digel nerazîbûna Amerîka, Rûsya û Îranê her çiqas Tirkiye bi israr xuya bike jî di warê operasyona bejahî de di demeke nêzîk de ne pêkan e ku Tirkiye karibe gaveke wisa biavêje. Bi nêrîna şarezayan heta Rûsya encameke erênî ji hewlên egera pêkanîna hevdîtinekê ya di nava Erdogan û Esed de bi dest nexe û li aliyê din Amerîka neyê serwextkirin pêkanîna operasyoneke bêjahî ji aliyê siyasî, leşkerî û pêywendiyên navdewletî ve bo Tirkiyê wê derî li metirsiyên nû veke.