Li Enqerê festîvala bajarê Edenê birêve çû

Bajarê Edeneyê li Enqera paytextê Tirkiyê bi festîvalekê hate nasandin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Bajarê Edeneyê li Enqera paytextê Tirkiyê bi festîvalekê hate nasandin. Li gel govendên gelêrî, xwarin û şêraniyên xwemalî yên Edeneyê, bo xelkê Enqerê hate pêşkêşkirin.

Aliyekî li ber dihol û zirneyê û bi cil û bergên xwecihî govendên gelerî tên gerandin, aliyekê jî di bin siya qêrîn û gazgaza hosteyan tehma xwarinên xwemalî li qadê bilind dibe. Li Enqera paytexta Tirkiyê di roja danasîna bajarê Edeneyê, bi dewlemendiyên xwe yekem car bi festîvalekê tê nasandin. Bêguman dema behsa Edeneyê tê kirin xwarinên wê yên xwemalî ku taybet bi destê hosteyên Edeneyê tên çêkirin yên wek kibab, mumbar û şirdan ango ûrûrûvî bi çêjên xwe bi nav û deng in.

Hosteyê Kibabê Bulent Yurdakul ji K24ê re diyar kir: “Ji bo kibabeke bi tehm ya Edeneyê tiştên pêwîst dohn, qiyme û îsota tûj e. Van her sê tiştan têkelî hev dikin û bi satoran saetekê hûr dikin heta baş têkel dibin. Paşê li ser agirê daran dipêjin.”

Hosteyê ûr û rûvî Mîthat Yildirim jî dibêje: “Mumbar bi rûviyên berxikê, şirdan jî bi ûrên berxikê tê çêkirin. Em ûr û rûvî pêşî baş paqij dikin. Piştre em bi birinc, qîme û bi dehan cure biharatan tejî dikin didirûn û dibêjin.”

Bajarê Edeneyê helbet li gel xwarinên xwe bi şêraniyên xwe jî tê nasîn. Bi taybetî jî şêraniya wê ya bi navê taşqedayîfa bi şêwazeke cuda tê çêkirin bi nav û deng e.

Hosteyê şêraniyan Ahmet Saît diyar kir: "Ji bo taşqedayîfê pêşî krep ango lalepêtik tê amadekirin. Pişt re ev lalepêtik bi gûz, qeymax, findiq û fistik tê tejîkirin û di nava rûn de tê qijirandin. Dawiya dawî jî şerbet li ser tê kirin. Ev Çêj tenê li Edenê tê çêkirin."

Welatiyên Enqerê jî ku yekem car tehmên Edeneyê hatiye ber piyê wan ev festîval wek fersendekê dîtin ku van tehman biceribînin.

Welatiyê bi navê Sadem Kiliç diyar kir: “Bi rastî jî dema behsa Edenê tê kirin mirov ji çêj û lezetên wê têr nabe. Bi xwarin û şêraniyên xwe bajarekî nûwaze ye. Ev festîval jî bû fersendek bo tehmkirina van çêjan.”

Ev festîvala nasandina bajarê Edeneyê ku hemû berhem û xurekên xwemalî tên nasandin ji bo welatiyên Enqerê dê heta 11ê Kanûnê bidome.