Şandeke Bereya Aştî û Azadiyê ligel Sergey Lavrov civiya

Şandeke Bereya Aştî û Azadiyê li Moskowa paytexta Rûsyayê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya û li ser pêşhatên li Sûriye û navçeyê gotûbêj kirin.
Şanda Bereya Aştî û Azadiyê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê civiya
Şanda Bereya Aştî û Azadiyê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê civiya

Hewlêr (K24) – Şandeke Bereya Aştî û Azadiyê li Moskowa paytexta Rûsyayê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya û li ser pêşhatên li Sûriye û navçeyê gotûbêj kirin.

Roja 8ê Kanûna 2022yan, şandeke Bereya Aştî û Azadiyê, ku bi serokatiya Ehmed Cerba û bi amadebûna Kamîran Haco û Kibraîl Mûşî Kurye, li Moskowê ligel Sergey Lavrov civiyan.

Bereya Aştî û Azadiyê ragihand, di civînê de herdu aliyan civînên girîng û serkeftî encam dan û li ser pêşhatên li Sûriye û navçeyê gotûbêj kirin û bal kişandin ser girîngiya dîtina çareseriya siyasî ji bo krîza Sûriyê li gor biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya hejmara 2254an.

Hat diyarkirin, aliyê Rûsî tekezî li ser piştevaniya xwe ya dewleta Sûriyê û yekbûn û silametiya xaka wê kiriye, herwiha girîngiya hemû hewldanên navdewletî yên ji bo alîkariya başkirina rewşa mirovî dubare kiriye.

Di heman rojê de, şanda Bereya Aştî û Azadiyê ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Efrîqayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov civiya û pêşhat û geşedanên herî dawî yên Sûriyê gotûbêj kirin.

.