Seroka Hungaryayê serdana Hewlêrê dike

Katalin Novak îro li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê dê ji aliyê rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê were pêşwazîkirin.

Hewlêr (K24) – Biyar e îro Înê 9ê Kanûna 2022yan Seroka Hungaryayê (Macaristan) Katalin Novak serdana Herêma Kurdistanê bike.

Li gor zanyariyan, Seroka Hungaryayê Katalin Novak îro li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê dê ji aliyê rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê ve were pêşwazîkirin.

Piştî civîna wê ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Hungaryayê Katalin Novak dê serdana Bertile û Tilisqofê bike û li wê derê dibistanekê veke.

Her di vê çarçoveyê de, biryar e sibe Şemiyê 10ê Kanûna 2022yan, Katalin Novak ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive û bi hev re dibistaneke nû li navçeya Enkawa vekin.