Putin: Welatên rojava dixwazin hejmûna xwe biparêzin
Hewlêr (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin rexne li welatên rojava girt û ragihand, ew dixwazin her çi dibe bila bibe hejmûna xwe biparêzin.
Vladimir Putin îro Înê 9ê Kanûna 2022yan, di gotareke xwe de ku di civîna wezîrên derve û berevanî yên welatên Şanghayê de pêşkêş kir, ragihand: “Welatên rojava dixwazin hejmûna xwe biparêzin.”
Putin got: “Ji bo parastina hejmûna xwe, ew dest dibin her tiştî, carinan ceza disepînin, carinan liv û tevgeran dirust dikin û dixwazin alozî derxin û rewşa navdewletî aloz bikin.”
Serokê Rûsyayê dibêje: “Welatên rojava Ukrayna kirine kolonyaleke xwe û gelê Ukraynayê wek sotemeniya şerê dijî Rûsyayê bi kar tînin.”
Herwiha diyar kir: “Çendîn sal in, welatên rojava bêyî ku şerm bikin, çavkaniyên Ukraynayê ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin.”