Muharrem Înce serdana Diyarbekirê kir

Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce, li Diyarbekirê serdana dikandar û welatiyan dike û bi nûnerên saziyên sivîl dicive.
Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce
Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce

Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce, li Diyarbekirê serdana dikandar û welatiyan dike û bi nûnerên saziyên sivîl dicive.

Muharrem Înce îro Înê 9ê Kanûnê, bi endamên çapemeniyê yên li Diyarbekirê re   civînekî pêk anî û diyar kir ku welatî di navbera sedema qeyranên li Tirkiyê, Partiya Edalet û Geşepêdanê (AK Partî) û pişgirên ku dixwazin Tirkiyê parçe bikin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de dimînin.

Înce di bersivên pirsên rojnamevanan de da zanîn ku ew li dijî destnîşankirina qeyûman e û êrişên ku li Amedsporê tên kirin jî şermezar kir.

Muharrem Înce, piştî ku li du taxên Diyarbekirê serdana dikandar û welatiyan bike, dê êvarê jî bi nûnerên saziyên sivîl yên li Diyarbekirê de bicive.

Înce heta 2021ê endamê Partiya Komarî ya Gel (CHP) bû û di hilbijartinên 2018’an de jî namzetê CHPê yê Serokkomarî  bû. Înce di 8 Sibat a 2021’an de ji CHPê îstifa kir û Partiya Memleket damezrand.