Serkirdeyeke PKKê: Eger PKK nebûya li bakurê Sûriyê herêmek weke "Herêma Kurdistanê" dihat damezrandin

Endama Komîteya Navendî ya PKKê Hêlîn Umîd eşkere kir, wan rê li planeke Amerîkayê girtiye, ku dixwest herêmek weke Herêma Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê damezrîne.

Hewlêr (K24) – Endama Komîteya Navendî ya PKKê Hêlîn Umîd eşkere kir, wan rê li planeke Amerîkayê girtiye, ku dixwest herêmek weke Herêma Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê damezrîne.

Hêlîn Umîd beşdarî bernameya taybet a Medya Haber a ser bi PKKê bû û ragihand: ‘’Eger PKK nebûya, Amerîkayê dê sûd ji rewşa Rojavayê Kurdistanê wergirtiba û herêmek weke Herêma Kurdistanê dê pêk bianiya.’’

Herwiha eşkere kir li gor plana Amerîkayê, ew herêma li Rojavayê Kurdistanê dihate pêkanîn jî, dê bi Herêma Kurdistanê ve bihata girêdan, lê li gor gotinên wê, wan wek PKKê rê li wê plana Amerîkayê girtiye.

Di meha Adara 2011an de liv û tevgera çekdarî ya xelkê Sûriyê li dijî hikûmeta Beşar Esed dest pê kir û heta niha berdewam e.

PKK li jêr navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çend grûp û rêxistinên din li Rojavayê Kurdistanê desthilata wê heye û hêzeke sed hezar kesî li jêr navê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk aniye.

Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, wek aliyê sereke yê li Sûriyê ji bo rûbirûbûna DAIŞê alîkariya wê hêza Kurdî dikin, ev di demekê de ye ku ew hêz daxwaza danûstandinê ji Şamê dike û dixwaze vegere ser Şamê û banga parastina sînorên Sûriyê û berevanîkirina yekparçeyiya axa Sûriyê dike.